Adnan Kerîm - Derdî Dûrî
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Adnan Kerîm - Derdî Dûrî

Derdî dûrî zor girane dilbera hîcran bes e
dil wekû perwane sûta çawekem sûtan bes e
aqilan şeyda debin rûbundî ser û rû lamede
aşiqan kuştey cefatin qetlî mezlûman bes e
murxî dil pabendî danewdawî xalewzulfî xaw
gîrî bendîxane ta key bendî bê aman bes e
herçî bûm birdî betalan turkî mestî çaweket
taqet û sebr û qerarim pê nema talan bes e
şahîdim firmêskî xwênîne ke to cergit birîm
aşiqî rûtim eger teqsîre ger tawan bes e
êstekeş mecnûn û leylê hen le 'esrî tazeda
şêt û sergerdanî tom, heyranî tom , hîrman bes e
gencî 'îşqit pirr be wêraney dile û min pêm keme
ta ziyadibê çawerêy dîşim melê êhsan bes e
ger qisey 'îşqî gol û bulbul le lat efsaneye
to gulî xendan û emnîş bulbulî giryan bes e
awrit berda dil û gyanî heqîqî çawekem
derdî bê dermane 'îşqit derdî bê derman bes e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?