Adnan Kerîm - Giryanî Nîwey Şew
wêneyê hunermendî:ê 51 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Adnan Kerîm - Giryanî Nîwey Şew

Şewane ew demaney degate katî nîwey şew
Xelk nûstû le çawim wa keser dîsan rewandî xew
Sikûtekî besam sertaserî em dêye dadegrê
Dellê herzîndewarêkî heye lew dêye da demrê
Le hîç la xişpeyek nayê çiray malekî nayisê
Be espayi lemal dême derê dexoşim wekû nîsê
Tek û tenya be aramî deçim bo girdekey berdê
Be diltengî û kiz û xemnakî radekşêm leser berdê
Dekem ca seyrî estêran û heldemijim şiney şewba
Şew û bê dengî çend xoşe hemîşe xozga her şewba
Weku awalî çak estêrekan gwê radêdirên bom
Heta boyan beyan kem mû be mû razî derûnî xom
Kulim heldestê ewcare leber derdim denalênim
Heta awirî dilim dekujêtewe esrîn debarinim
Şewane ger nekem ew şîwen û nalîn û giryane
Desûtênê wicudim agirî em cerge biryane
Belê giryanî niwey şew deka nasorî dil merhem
Kûl û kom dademirkênê becêdêlî dillî min xem

Helbest: Hêmin Mukrîyanî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?