Adnan Kerîm - Henasey Aşiqan
wêneyê hunermendî:ê 170 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Adnan Kerîm - Henasey Aşiqan

Weku ney kun kune cergim
Le taw hicranî to boye
Be sozî ney desûtêm û
Be nexmey ney denalênim

Eman ey motrîbî meclîs
Be heqî tarî rohanî
Billaw bê nexmekey sazit
Ke awî awirî hîcrane

Eto ey rohekem saqî
Eto ey omrekem motrîb
Peyapey lêde çeng û ney
Demadem bêne peymane

Be tîrî xemze bimlawênewe
Zollfim le gerdin ke
Be ser hatûme meydanit
Be dil bot bûme nîşane

Demêkî mest û bîmarim
Demêk bêhoş û hoşyarim
Çi kes nazanê derdî min
Meger ew çawe kalane

Henasey aşiqan ba natgirê
Bê mirwetî ta key?
Bitirsê ey gulî nazik
Beden lew bayî ziryane

Eger zolfit weku min
Aşqî ruy to nîye bo çî
Serapa têk çû we
Kewtwete ber pê dest û damane

Wefaî bo gullêkî ser û
Balla şêt û şeyda ye
Weku qumrî denalênê
Weku bulbul xezel xwane
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?