Alî Baran - Way Dîlberê
wêneyê hunermendî:ê 113 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Alî Baran - Way Dîlberê

Dikim nakim te ji bîr nakim
Bi şev bi roj qet xew nakim
Bi sitran û bi pîtên xwe
Nikarim pesna te bidim
Çiqas wesfan li te bikim
Nikarim pesna te bidim

Way dîlberê çi delal î
Xweşî û rindî li te dibarî
Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî
Behsa te dikin vê dîvanê

Ji Dêrsîmê heta Wanê
Xemlî tev mêrg û kanî
Newroze gel çû seyranê
Pîroziya min û te kanî?
Welatê min bûka cîhanê
Dem hat bigrin em dîlanê

Way dîlberê çi delal î
Xweşî û rindî te dibarî
Cegerxwîn, Eli Herîrî
Bo te dinivîsînin vê dîvanê
Cegerxwîn, Eli Herîrî
Behsa te dikin li dîvanê

Hezar sipas dê û bavan
Rihmê li wan kal û xalan
Bo te dimirin xortên Kurdan
Qe heyfa te bi wan nayê?
Bo te bimre Ali Baran
Qe heyfa te bi min nayê?

Way dîlberê çi delal î
Xweşî û rindî li te dibarî
Hejar û Melayê Cizîrî
Bo te dinivîsînin vê dîvanê
Hejar û Melayê Cizîrî
Behsa te dikin vê dîvanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?