Aram Tîgran - Ala Rengîn
wêneyê hunermendî:ê 967 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ala Rengîn

Ala rengîn kesk, sor û zer
Te hildim jor, xwe bidime ber
Roja şahiyê û şahiyan
Silav bidim li hember

(Koro)
Tu cewher û xemla me yî
Tu ronahiya çavê me yî
Te hildim li Kurdistanê
Daxwaziya dilê me yî

Ala rengîn cewher û xweş
Bikişînim jor bibî geş
Bi leşkerên Kurdistanê
Pêşroniya te bikim meş

Ala rengîn tu şêrîn î
Kesk û sor û zêrîn î
Cewher bi rima zîvîn î
Silavê gel distînî

Gotin: Feqîr Ehmed
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?