Aram Tîgran - Alakyaz(Sing û Berê)
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Alakyaz(Sing û Berê)
Sing û berê kewa gozel Elegeyaz(Alakyaz)eVê biharê wê xemiliye, rez bi rez e
Memkên yarê li bedewê, cot kanî ne
Xalê sûret mîna konê Kurmancî ne
Guliyê yarê mîna çavê ber biharê
Hev girtine fitil fitil têne xwarê
E jî li ser kaw kubarê, bengê Xefûr
Hilda deste û lîlandin sîmê tembûr
Mi go yarê tembûr destê min de heliya
Bo te lawikê xwe kerem ke cotê guliya
Go: Beytono por û guliyê min qumaş in
Hingê mîna te bisewda û bihaş in
Cotê guliya bûn cote meir, li min fenîn
Sazê min ket, tilî û pêçiyê min lerzîn
Mêrg û geliyê Elegyazê girtin dûman
Nizam çi ra bihar li min bû zivistan
Gotin: Eskerê Boyîk
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove