Aram Tîgran - Bilbilo
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Bilbilo
Hey lê lê wayê gidî bilbiloWê bayê lê xist hêlîn tev xera kiro
(Ax) perîşano, de sêwiyo, mihaciro
Tu bi hesreta hêlîna keviro
Bilbilê reben gune ye, nalîlîne
De xema şalûl e, ji xwe re xweş dixwîne
De dedê bilbil ne qefesa zêrîne
Mexsedê wî wetenê(welatê) xwe bibîne
Hey lê lê wayê oy oy li min felek
Tu çima manî li serê bilbilê perbelek
Te gelek tofan hatin gelek û gelek
Bilbilê reben bû mîna kelek
Hey lê lê wayê gidî bilbilo ax û ax
Tu çima mayî wisa bê dar û şax
Tu reben î gune yî, tu(ax) sêwî yî
Stara te tune, tu bê cî yî
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove