wêneyê hunermendî:ê 554 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Anê Can

Anê têye derva ye, wey Anê can
Guliya dirêj berdaye, wey Anê can
Çavê belek kil daye, wey Anê can
Şirînê ax, şerbetê, wey Anê can

Anê têye ji derda ye, wey Anê can
Rîşê şarê berdaye, wey Anê can
Pişta kulîn xef daye, wey Anê can
Şirînê ax şerbetê, wey Anê can

Anê têye ji mêrgê ye, wey Anê can
Gul û sosin pêşiyê ye, wey Anê can
Benê Kurdî kawilê ye, wey Anê can
Şirînê ax şerbetê, wey Anê can

Bejina Anê zirav e, wey Anê can
Sula Anê gulav e, wey Anê can
Sebra min bêy te nabe, wey Anê can
Şirînê ax şerbetê wey Anê can

Bejina Anê bilind e, wey Anê can
Ew kulîlka nav gund e, wey Anê can
Forma Kurdî xweş rind e, wey Anê can
Şirînê ax şerbetê, wey Anê can

Gotin: Ehmedê Gogê
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?