Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Dîlberam Dîlber
wêneyê hunermendî:ê 318 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran & Cemalê Ûsiv - Dîlberam Dîlber

Dîlberam dîlber, hizkiriyê te me,
Wan çavê te yê reş, dîndarê te me,
Wez ne xerîb im, pismamê te me,
Ne dûr im nêz im, cînarê te me,
Bibêjî nebêjî mêvanê te me.

Dîlberam dîlber çûbû ber avê,
Kinc minca şûştî raxist ber tavê,
Ramûsanek bûy xêra dê û bavê,
Dilkê min jê ra çewanî davê,
Dîlberam dîlber, heyrana wê navê.

Dîlberam dîlber, ji kaniyê tê,
Bîna gul û rihana tev jê tê,
Çavê min pê ket, dilê min ketê,
Dîlberam dîlber, hezkiriyê te me,
Bûy te dinalim, ez heyrana te me.

Dîlberam dîlber, hezkiriyê te me,
Wan çavê te yê reş, dîndarê te me,
Wez ne xerîb im, pismamê te me,
Ne dûr im nêz im, cînarê te me,
Bibêjî nebêjî mêvanê te me.

Gotin: Aram Dîkran
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?