Aram Tîgran - Dayika Min î Delal
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Dayika Min î Delal
Dilê te fireh, çawa wek esman û beir(behir)Bona min ronahî dide şev roj û her car
Hêlekanê dihejînî, lorî dibêjî
Derdê kevn bîra xwe tînî, stêrka dirêjî(hêsira dirêjî)
Dayik dayika min e, helal û delal
Min ji cot kaniyê te vexwar şîrê zelal
Dayik can dunê(dinê) de qet tune mîna te
Min firk firk, vexwariye şerbeta te
Min helal ke û zelal ke, ez im kurê te
Heya sax im ji bîr nakim ew xweş keda te
Derdê dayika min a delal zehf e û pir e
Şev û roj xew nake ji bona qizan û kur e
Destek dergûş destek hêlekan dihejîne
Derdê kevn bîra xwe tîne stêrka dirijîne
Gotin: Mecîdê Silêman
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove