Aram Tîgran - Ez Televziyona Med Im
wêneyê hunermendî:ê 209 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ez Televziyona Med Im

Mizgîn li we ez hatim
Ez Dicle û Firat im
Ez dengê Rojhilat im
Û roniya welat im

(Koro)
Ez Dêrsim û Serhed im
Deng û basê Amed im
Zar û jiyan û ked im
(Ez) Telefizyona Med im

Ji boy Kurdan xweş deng im
Lêkolîn û çeleng im
Gel xwînmija bi ceng im
Boy Kurdistanê reng im

Ez kesk û sor û zer im
Deng û behs û tevger im
Boy maf aştîperwer im
Maf nadim bi cengawer im

Iskenderûn û Wan im
Cizîr û Azirgan im
Ez Kerkûk û Batman im
Sêwas û Baxteran im.

Gotin: Dilbirîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?