Aram Tîgran - Hevala Zîlan
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Hevala Zîlan
Çirûska serxwebûn û azadiyê xwe li nava guhên perde tarî şevan dixe û xwe bi ber ziyareta berbanga sibehê ve radikişîne. Egîdî û mêrxasî ne karê her kesan e. Kî dikare xwe biteqîne? Kî dikare serê xwe li hember mirinê bilind ke û bibêje: ez va me? Loma jî keça Kurd Zîlan bi agirê bedena xwe tovê jiyaneke nû çand. Zîlan bihar e, Zîlan gul e, Zîlan nêrgiz û rîhan e. Guhdarên hêja û delal ez vê kaseta xwe diyarî pakrewana nemir hevala Zîlan û tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê dikimNivîskaro qelem bigire û binivîsîne
Lat û texta ji qelema bineqişîne
Pêşerojê ji me re mizgîn bîne
Wek Zîlanê kesek nîn e
Tu ji Kurdan re hem Zîlan î û dîlan î
Tu bi xwe Kurd î, bi nav û deng şoreşvan î
Li bajarê Dêrsimê da çawa hatî
Wisa jî çûy bi mêvanî
(Koro)
Tu ronaya çavê min î(me yî) hevala jin tu Zîlanê
Tu bûy şehîda şehîdan, nav dîroka Kurdistanê
Te hilda jor kesk sor û zer ala rengîn
Li hawirdor dengê bomba te kir teqîn
Erd û esman tev dihejîn Kurdistanê
Navê Zîlan bûye bengîn
Wey tu bijî hevala şêrîn Zîlanê
Kurdê cîhan boy te girtin xweş dîlanê
Nav û dengê te belav bû li cihanê
Bûy sembola berxwedanê
Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove