Aram Tîgran - Keko Were
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Keko Were
De wer were keko wereLi welatê xwe vegere
Xwişk û bira li hêviya te man
Dilê wan tim bikeser e
Dayik ji axîna te mir
Kulê te mane di dil de
Em jî wekî wê dinalin
Ma qey dengê me nayê te
Heta kengî tê bimînî
Li(ew) welatê bê xan û cî?
Keko ma qey tu nizanî
Carek tu li xwe qe napirsî?
Welat ew her hêlîna te ye
Ku tu nikarî jê bifirî
Ax û xwezî tim bi wê demê
Roja ku tu li me vegerî
Xwişk û bira li te bicivin
Kul û keder ji dil derên
Gotin:Gulistan Haco
Awaz: Aram Dîkran
Şîrove