Aram Tîgran - Merd Im
wêneyê hunermendî:ê 161 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Merd Im

Merd im, merd im, gelek merd im
Him dengbêj im, him sazbend im
Xem û xeyal(an) ez ê berdim
Ji vir ha da, ne biderd im

Têla sazê xwe bijdînim
Ez bi sazê xwe amîn im
Kêfa xelkê ez ê bînim
Kêf û şahiyê em bibînin

Têla sazê min zirav e
Dengekî xweş wê jê rabe
Wê li dinyayê belav be
Dinya alem wê pê şa be

Lo sazbendo tu ji kur hatî?
Bi xêr û silamet hatî
Bi vî sazî, bi vî miqamî
Kêf û şahiya vî welatî

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?