Aram Tîgran - Penaber
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Penaber
Karwanek wa dîsa bi rê ketBûn wek koçeran û felaket
Xemil û xêza wan karwana reş in
Bi derd û kul pey hev dimeşin
Penaber in penaber
Wek koçera der bi der
Welat welat digerin
Bûne wek teyrê bêper
Hey wax li min, hey wax li min
Penaber in koçer in
Hey wax li min, hey wax li min
Wek teyrê bêper in
Karwan karwanê kul û derdan
Dev ji mal û milkê xwe berdan
Digerin wek koçeran der bi der
Rih û can û milkan tev li ser dan
Karwan karwanê penaberî
Ronahî li wan bûye tarî
Nizanî ne dikenin ya digirîn
Nizanî ne sax in ya mirî
Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove