Aram Tîgran - Şam Lorî
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Şam Lorî
Şam lorî, bilorîne
Dergûşa te kurîn e
Şam lorî bilorîne
Bêşîka te zêrîn e
Şam lorî bilorîne
Dergûşa xal û xet e
Şam lorî bilorîne
Axiriya wî zeynet e
Şam lorî bilorîne
Kal û pîra bicvîne
Şam lorî bilorîne
Navê wî bisêwrîne
Gotin: Casimê Celîl
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove