Aram Tîgran - Welat Ji Min Ne Dûr e
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Welat Ji Min Ne Dûr e
Welat çendî ji min dûr be ne dûr eBirîna yar çi qas kûr be ne kûr e
Welato her tu eziman û zemîn î
Li ku bim ez sermil barê te tûr e
Li ku bim ez şivan û dilbirîn im
Li ser lêvêm bi navê te bilor e
Dijîm lew ra dixwazim ez bibînim
Welat carek ji boy çavê min nûr e
Çi qas lê kin, kirasê kevn û paçan
Li ba min ew cihan û bêqisûr e
Li çaran caxan(çarçove) welato tu dinalî
Di nêvî de li ser sukra min şûr e
Welato ez ji boy te Dibirîn im
Helbestên xwe li ser dibêjim, dixwînim
Li derdî de ji şûr tûjtir dibînim
Jiyana min bêy te her tim tenûr e
Gotin: Dilbirîn
Awaz: Aram Dîkran
Şîrove