Awazên Çiya - Botan Deriyê Egîdan
wêneyê hunermendî:ê 431 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Botan Deriyê Egîdan

botan dergeha jînê
kevnewarê dîrokê
rawestgeha serfînê
şûn warê ar û rokê

evîndara xemla zînê
çi xweş van û hevok e
şêngeha bêrîvanê
peyker li qadan top ke

perestgeha vejînê
dergûş û man zarokê
egîd hatin hêlînê
roj hil bû ji kevanokê

tebax û tola dîrokê
jîn dest dan û çîrokê

govend geriya li botanê
gêrila hate meydanê
serfermandar egîd e
şahiya me li kurdistanê

bedranê me dest hine kin
harûnê me dest hine kin
rehîmayê dest hine kin
dicleya me dest hine kin

destmal destê kê û kê de ye
dest fermandar ezîz/ezîme de ye

sal not û çar û not û heşt
qada botanê hejiye
tilîliyên şoreşvanan
pişta zordaran şikiya
li navendê li berxwe da
birca belek serî hilda
ava mezin pêlek canda
sekna mexmûr dilsozî da

cûdî û gabar vejîn da
dest da kato û mizgîn da
herekolêê

şal û şapik li bejnê hiştin
rext û tifing per û piştin
di govenda fireh û mezin
zend û bendan ve maliştin

ciwanê me dest hine kin
serdarê me dest hine kin
agiriya me dest hine kin
şervîna me dest hine kin

destmal destê kê û kê de ye
dest fermandar zelal/xelil de ye

erdalê me silav kin
govendaran silv kin
hewaya me silav kin
govendaran silav kin
rojhatê me silav kin
govendaran silav kin

hebûna me gûlan lêkin
xweş bi xulu jîn derman kin
zaferê me gûlan lê kin
xweş bi xul û jîn derman kin
birîna sebrî xunav kin
xweş bêhna sor gûl dîyar kin
rêya şefaq bi lîlînin

alâ hezîranê rakin
serfiraz her lê bakin
berxwedan eeeeee

keç û xortên me rû xweş tên
ji çar hêlan beş bi beş tên
bo govenda azadiyê
ber bi çiyan ve dilgeş tên

resûlê me dest hine kin
kûrtayê me dest hine kin
yildiza me dest hine kin
gulbiharê dest hine kin

destmal destê kê û kê de ye
dest femandar adil/nûda/ferhat/sorxwîn/EGÎD... de ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?