Awazên Çiya - Destana Zapê
wêneyê hunermendî:ê 726 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Destana Zapê

Şahiya Zapê bi deng e roja nû ye pîroz e
nîşana yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e

Quntarê Çiyayê Metînan bamernê bûye mertal
li seranserê Kurdistan raperiyan deng û ar
Îro dîsa li Zagrosan kurd bûn çeper û hêlin
bi rengê dewrana Îskender romî jî lê terpilîn

Li Çiyayê Reş bûye bager birûsk û ewran reş vedan
pêlên Ava Zê rabûn li zordaran bû çirav
Neviyên Enwer Paşa tewişîn siwar hatin peya çûn
ji ber gurzê gerilayan tar û mar û wêran bûn

Tew tew tew tew tew tew

Bihar hat û Zap xemilî neh gulên sor lê geş bûn
bêhna gulan newroz geş kir cejn û şadî lê xweş kir
Ji tîrêjên Apo?yê Kurd lê dinyayê bûne deng
ji Kawa heyanî Mazlûm Kurdê azad e pêşeng

Şahiya Zapê bi deng e roja nû ye pîroz e
nîşana yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e
Destaneya Geliyê Zapê jîngarî û felat e
wek Efsaneya Kawa ye rûmeta rojhilat e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?