Aynur Doğan - Min Bêriya Te Kiriye
wêneyê hunermendî:ê 131 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aynur Doğan - Min Bêriya Te Kiriye

Min bêriya te kiriye, bawerkem bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye, bawerkem bêriya te kiriye
Bipirse ji rengê buharê, bipirse ji gulên wê darê
Bipirse ji rengê buharê, bipirse ji gulên wê darê
Min bêriya te kiriye, bawerke m’bêriya te kiriye

Ev çend sal e ez girtî (hepsî) me, zulm û zorî gelek dîme
Lê bi evîna te dijîme bawerke m’bêriya te kiriye
Jîna bê te ne tu jîne, jîna bê te ez dijîme
Herku te’d bîra xwe tînim, hêz dide min û dijîme
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye

Evîn nebe jîn şîne, jîna bê evîn qiymet nîne
Dikim doza evînê bawerkem bêriya te kiriye
Bipirse ji kevokên aşitiyê, bipirse ji hevaltî û dostiyê
Bipirse ji dîwarên hepsê, ewê ji te ra bêjin rastiyê
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?