Bagîyê Memê - Xeşîmo
wêneyê hunermendî:ê 253 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bagîyê Memê - Xeşîmo

Xeşîmo gede,
Nezano gede,
Delalo gede,
Orta dêrisê gunda da dibihurî mîna dem û dewata, hene zerî hene,
Rind û hewşê mala bavê xwe, a de gêzî dike,
A de bejnê wa teresa, çar bihust in,
Lingê wan ne reş e werdê qelişîne,
Pozê wana çomaxî ne, lêvê wana saqal in,
A de mînanî çaqê gamêşî ne.
Xeşîmo gede, nezano gede, bîneke wisa devê wan teresa dilefîne,
Mînanî eyarekî genî be.
A de ber germa Borçalîyêda bimîne, xeşîmo gede, ax nezano gede.
Xeşîmo gede,
Nezano gede,
Orta dêrisê gunda da dibihurî mîna dem û dewata, hene zerî hene,
Rind û hewşê mala bavê xwe gezî dike,
A de xalî û xalîçeya radixîne,
A de bejnê wan teresa mînanî dara spîndar e,
Çavê wana reş e leglegî ne,
Sûretê wana sor e xalxalî ne,
Lêvên wana wisa ziravî ne, a de mînanî belgê kaxizî ne,
Xeşîmo gede,
Nezano gede,
Na wele dîsa bîna darçîn û bixirka devê wan teresa dilefîne,
Xeşîmo gede, ax nezano gede.
Xeşîmo gede,
Nezano gede,
Çavê evda Xwedê divîne,
Divê xwezila mîrê mirazê Xwedê ra,
Wez ê rojek rojê bihara,
Şevek şevê payîza, nava singê berê wê ketama,
A de bira mêrê felekê bata, wele meytê min bixwesta,
Xeşîmo gede,
Nezano gede.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î