Bajar - Serhildan Jiyan e
Gotinên Stranan
Bajar - Serhildan Jiyan e
Serhildan li serê çiyanBerxwedan li nava zindan
Dengê xortan xweş tê min
Hele dengê keçên dilovan
Serhildan berxwedan
Serhildan jiyan e hey hey
Berxwedan jiyan e
Rawestan ne karê me ye
Pêşveçûn armanca me ye
Kurdistan li hêviya me ye
Çavên wê li rêça me ye
(Dîsgotin)
Dengê karker ji karistan tê
Yê xwendevan ji dibistan tê
Dengê pêşmerge ji qadê tê
Dengê şehîd ji goristan tê
(Dîsgotin)
Şîrove