Baran Bozyel - Digerim
wêneyê hunermendî:ê 53 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Baran Bozyel - Digerim

Hezkirin perê evînê ye
Birîna şûra yekemîn e
Bêdengiya dilê dildaran e
Di nava aloziya gerdûnê de

Difikirim, difikirim û jar dibim
Difikirim, difikirim û lal dibim

Em xwe rizgar bikin yarê min
Ev ne gotina xweda ye
Ne jî gotina mezinan e
Dilop dilop diherike êş û jan

Dixwînim, dixwînim û mat dibim
Dinêrim, dinêrim û kor dibim

Evîn rûbarek e, diherike
Xewna evînperestan e
Dema demê ye, dema cemê
Semahek e li ser asîman

Digerim, digerim, sermest dibim
Difirim, difirim, sermest dibim

Gotin û Muzîk: Baran Bozyel
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?