Baran Kendeş - Çend Sal in Bendewar im
wêneyê hunermendî:ê 89 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Baran Kendeş - Çend Sal in Bendewar im

Çend sal in bendewar im
Yarekî evîndar im
Çend sal in bendewar in
Yarekî evîndar im
Yar daxwaza min e, gul
Dil û cîgera min e, gul
Çawa bikim wê bibînim?
Çawa bikim wê bibînim?
Çawa bikim wê bibînim?

Gula min çendî şêrîn e
Gula min rojê hiltîne
Gula min çendî birîn e
Gula min herdem şêrîn
Ji hev ketî ev gula min
Ji hev ketî ev gula min
Evîndar e ev gula min
Evîndar e ev gula min
Dixwazim gulê bibînim
Dixwazim gulê bibînim

Gula min sor e ji xwîn e
Dilxwaza jîn û evîn e
Gula min sor e ji xwîn e
Dilxwaza jîn û evîn e
Gula min bin dest neyar e
Lê dirêj bû şev û êvar e
Gul bin destê neyar e
Lê dirêj bû şev û êvar e
Dixwazim gulê bibînim
Dixwazim gulê bibînim
Dixwazim gulê biçînim
Dixwazim gulê bibînim

Rengê gulê kesk û sipî
Li hember gulê ben û sêpî
Rengê gulê kesk û sipî
Li hember gulê ben û sêpî
Gula min dixwazê bijî
Gula min dixwazê bijî
Aştîxwaz e, dil paqij e
Aştîxwaz e, dil paqij e
Çawa bikim wê bibînim
Çawa bikim wê bibînim
Çawa bikim wê bibînim
Çawa bikim wê bibînim

Dijmin gula min diziye
《Wayê, wayê》
Rehê gulê vehiştiye
Divê gulê av bidim ez
Hêsrê xwînê birjînim ez
Divê gulê av bidim ez
Hêsrê xwînê birjînim ez
Divê gulê av bidim ez
Hêsrê xwînê birjînim ez
Çawa bikim wê bibînim
Çawa bikim wê bibînim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?