Baran Kendeş - Ez Biyan Im
wêneyê hunermendî:ê 109 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Baran Kendeş - Ez Biyan Im

Ez biyan im
Ez biyan im li vê dinê
Ez biyan im
Ez biyan im li vê dinê

Ez biyan im li vê dinê
Ez bêwar im heval tinê
Ez biyan im li vê dinê
Ez bêkes im heval tinê
Ez digirîm neyar dikenê
Wê çi bêjê yekî bi tenê?
Ez digirîm bi min dikenê
Wê çi bêjê yekî bi tenê?
Ez bêwar im
Wax li minê!
Ez bêwar im
Wax li minê!

Ez hejar im
Ez bêhal im
Pir xort im
Ji dil kal im
Ez biyan im
Ez bêhal im
Pir xort im
Ji dil kal im
Roj û şevê pir dinalim
Roj û şevê pir dinalim
Bê ziman im
Kerr û lal im
Bê ziman im
Kerr û lal im
Tu kes tine li min binê
Tu kes tine li min binê

Serî rakin
Li min binên
Her çar haliyên min dijmin in
Serî rakin
Li min binên
Her çar haliyên min dijmin in
Tev leşker in
Tev bêjîn in
Tev leşker in
Tev bêjîn in
Ji cengê ra li ser min in
Ji cengê ra li ser min in
Hatin ser min û kuştinê
Hatin ser min û kuştinê

Xorto, rabin yekîtîkê
Rabin cengê bi qîrîkê
Xort! rabin yekîtîkê
Rabin cengê bi qîrîkê
Ji mafê mirovan hêvî kin
Dilê bê buhar bicî kin
Ji mafê mirovan hêvî kin
Dilê bê buhar bicî kin
Neyar mavê Kurd li dinê

Ez biyan im li vê dinê
Ez bêkes im heval tinê
Ez biyan im li vê dinê
Ez bêkes im heval tinê
Ez digirîm neyar dikenê
Wê çi bêjê yekî bi tenê?
Ez digirîm bi min dikenê
Wê çi bikê yekî bi tenê?
Ez bêwar im wax li minê
Ez bêwar im wax li minê
Ez bêwar im wax li minê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?