Behçet Yehya - Çenê Dûr Bim
wêneyê hunermendî:ê 77 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Behçet Yehya - Çenê Dûr Bim

Çenê dûr bim bê xembe lêm , le her kwê bî nizîkî lêm 
Bêcge le to badey hîç kes hergîz hergîz ser lêw nanêm
Şemallîş bim ke hellim kird berew menzillgay towe dêm 

Her temenay badey tome, demî tînû aw pirrjênkem
Her bo ciwanî to enûsim, nawî şi’ir enême ser dem 
Şi’irekanim wek xêllekî , dewaryan lay to hell edem

To ew dem û ew zimaney ke honrawey pê ehonim 
To laperrey ew dîwaney beserhate bo ewînim
Ciwanî hemû kwêstanekan le çawî to da ebînim 

Le azara wa til exom , were azar şikênî min
Bê to le naw şi’irekey xomẍxerîbim ya kesêkî win 
Derwêşêkî rêgay ’eşqim her toy tekiye û xaneqay min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?