Behçet Yehya - Dil Ji Min Bir
Gotinên Stranan
Behçet Yehya - Dil Ji Min Bir
şox û şengê zuhre-rengêdil ji min bir, dil ji min
awirên heybet-pilingê
dil ji min bir, dil ji min.
wê şepalê misk î xalê,
dêm-durê gerden şemalê,
cebheta biskan sema lê
dil ji min bir, dil ji min.
zulf û xalan nûn û dalan
wan ji min bir dil bitalan
goşeê qewsê hîlalan
dil ji min bir, dil ji min.
dêm nedirê bo ebîrê
xemrî yû gîs û herîrê
sîne kir amancê tîrê
dil ji min bir, dil ji min.
sur-şirînê nazenînê
kuştim û nakit yeqşnê
wê bi çengala evînê
dil ji min bir, dil ji min.
herdu weşman naz û xeşman
kî ji ber wan eql û hiş man
sa'eta min dî bi çeşman
dil ji min bir, dil ji min
şox û şengê zuhre-rengê
dil ji min bir, dil ji min
awirên heybet-pilingê
dil ji min bir, dil ji min.
wê şepalê misk î xalê,
dêm-durê gerden şemalê,
cebheta biskan sema lê
dil ji min bir, dil ji min.
Şîrove