Bêmalê Keko - Elî Xwarzîya
wêneyê hunermendî:ê 36 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bêmalê Keko - Elî Xwarzîya

Elî xwarziya Xwedê xirav bike Mekê û Medînê ye,
Kafirê Feqî gulekê berî bedena Eliyê xwarziya daye vê sibê, reviye ketiye ber
teldê mîrata bexîrê ye,
reviye ketiya ber teldê bexîrê ye, nakeve ber nîşana eyneliyê ye.
Eliyo bira çevê xalê te kor bibin, vê sibê tilî peçiyê xalê te nagirin, merhemekê
çêke bide ser devê mîrata birînê.
De rabe, rabe, rabe Eliyo rabe,
De rabe bira serê xalê qurban be.
Elî xwarziya, felekê çima li me wiha kir,
Kafirê Feqî vê sibê gulekê berî bedena Eliyê xwarziya daye, reviyaye ketiye ber
teldê bexîrê,
Dilê onbaşî, bînbaşî, kafirê Roma reş, me şa kir,
Bira mala Feqî kavil bibe vê êvarê,
Mêraniya xalê te kir kesî nekir,
Çewa mêraniya xalê te nava êl eşîra da hinda kir.
De rabe, rabe, rabe Eliyo rabe,
Bira sere xalê qurban be.
Lo xalo, lo xalo, lo xalo
Vê sibê dilê min kînekîn e,
Wey lo xalo vê sibê dilê min kînekîn e,
Gula kafirê Feqiyê Botî çiqa birîna xwarzê te dêşîne,
Gula kafirê Feqî çiqa birîna xwarzê te dêşîne
Xalo de tu rabe, bike bilezîne,
Cinyazê Elî xwarziyê va orta helîne,
De Roma Reş xayîn e, wê te bigere, destê zorê, cinyazê Eliyê xwarziya te bistî-
ne, xalo rabe,
De rabe, rabe, rabe, rabe, rabe,
Serê xwarzê bira qurban be.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?