Beser Şahîn - Were
wêneyê hunermendî:ê 90 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Beser Şahîn - Were

Were der ey keldûmana min,
Bese bi ser hev de kom dibe
Diwerimîne cegerên min,
Were,
Paqijbike lûla gewriya min,
Ji taliyê ji gemara tirsê,
Ji ser hev rake diranên min
Yên ku bi ser hev de hatbûn guvastin
Bela bes bimijin xwîna hevûdun
her dû lêvên min
Were, were û bilivîne zimanê ku hatibû hiskirin,
Bila bilive û bêje,
Deee bese Nurheq
Dee bese Engîzek,
Bîne der wê hêrsa xwe ya sedê salan
Biteq bi ruwê xayintiyê ve
Bikuje bi hêrsa xwe xayinên jînê
Û hemêz bike Sebriyê dayika min
Xwazgîniyê azadiya te bû,
Gulek ji yên zindanê,
Pêtek bû ji agirê Mazlûman

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?