Beytocan - De Gidî
wêneyê hunermendî:ê 159 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Beytocan - De Gidî

De gidî, de gidî xana min
De gidî, de gidî mala min
De gidî, de gidî xana min
Bûka mala bavê min

Xanê tu di doza canê min
Bûka mala bavê min
Zeriya mala kalê min
De gidî, de gidî cana min
Zeriya mala kalê min
De gidî, de gidî xana min

(Dîsgotin)

Çûme nav baxçê gulan
Xweş tê dengê bilbilan
Zeriya min çavê kilan
De gidî, de gidî mala min

(Dîsgotin)

Zeriyê gundê me çar in
Her çar bi dost û yar in
Ew in çavê dijwar in
De gidî, de gidî mala min
Ew in çavê dijwar in
De gidî, de gidî xana min

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?