Bilind Îbrahîm - Rabe Sîpel
Gotinên Stranan
Bilind Îbrahîm - Rabe Sîpel
Rabe Sîpel ne veşêreJîn û mirinê jêk vavêre
Jîn amanca evînê ye
Jîn bilind e roj û stêr e
Rabe Sîpel neçe mirinê
Neçe rêka çûn û birinê
Pişkurînê neke girî
Dest bavêje avakirinê
Rabe Sîpel bibe mêhvan
Bibe hedar ey dilovan
Nav giryê de ez xendiqîm
Kore neke herdû çavan
Rabe Sîpel ey Sîpel xan
Ka soza te kanî peyman
Tu min hîke dê te hîkem
Bo derdê min bibe derman
Rabe Sîpel ne veşêre
Jîn û mirinê jêk vavêre
Jîn amanca evînê ye
Jîn bilind e roj stêr e
Şîrove