Brader - Berxwedana Kobanê
wêneyê hunermendî:ê 131 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Berxwedana Kobanê

Çûm Kobanê bi çar derge yi
Li hemî dergan neyar heye
Mîna teyrên ferata ne
Çavên wan li nemana me ye
Keç û xort rabûn dîlanê
Govenda şervanên me ye
Me soz daye şehîdên xwe
Yan mirine yan kobane

Koban dilê Kurdistane
Ew rûmeta me Kurdane
Ala bilind kin ezmane
Berxwedane li Kobanê

Kobanê, Kobanê, Kobanê, Kobanê

Koban kela berxwedanê
Keç û xortan çek hildanê
Barê hemî mûsikê ye
Destana Keç û xortanê
Serok û rêbêrên Kurda
Avakin dewleta me ye
Çêkin yekîtî û biratî
Ji bo serxwebuna me ye

Kobana min xwe ragire
Kurdistan li ser agir e
Rojhelat, başur, bakûre
Kobana min qet namire

Kobanê, Kobanê, Kobanê, Kobanê

Neyarên me tev da'işin
Hemî ji Kurdan ditirsin
Wê dewleta me çê bibe
Serxwebuna Kurdistanê
Bêhna serxwebuna me tê
Em avakin yek dewletê
Li Koban û li Şingalê
Hawar gazîya milet tê
Dengê birader ji dûr tê
Dengê dilê wî nêzîke
Dil tenik û dil nazike
Berxwedane li Kobanê

Kobanê, Kobanê, Kobanê, Kobanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?