Brader - Bihara Min
wêneyê hunermendî:ê 969 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Bihara Min

Bihara min hat li ser sînga te
Gul û nergîz vebûn ji bo bîna te
Bilbil û sharûn hatin dîtna te
Keç û xort mezinbûn bi evîna te
Va ye ez bûm şehîde şêrîn navê te
Ey niştiman im ka bihişta te.

Lo ozano tu çi dibêjî kanî saza te
Tu aşiq be evîndar be ez im yara te
Ji xew rakirim xilmaş hiştim kanî soza te
Te soz da min tu reviya kanî doza te
Hem dayik im niştiman im hem jiyana te
Tu xerîb û bê heval ma kanî yara te.

Kawa yên hevdem li zindanên te
Şêrên birîndar li ser çiyayên te
Çima şîn û girî li Newrozên te
Memî dinale ji bo zîna te
Sipan rêzgirtî jibo xeca te
Ka Feqîyê te ka Xaniyê te ka Evdalê te.

Brader im brîndar im bi evina te
Ez nexweş û ez bêhal im ji ber halê te
Bê hekim û bê derman im ka loqmanê te
Mal xerab û gund wêran im ji bo doza te
Bi çar cîyan birîndar im ez jî mîna te
Heta kengî Dicle û Ferat in ronikên te.

Gotin û Muzîk: Brader
Sal: 1996
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?