Brader - Dema Tu Çû
wêneyê hunermendî:ê 394 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Dema Tu Çû

Çûne û çûne, rê pir dûr e
Nema tu tê, ez vê dizanim
Lê çi bikim birîn kûr e
Jan ji dil tê, ez pê nikarim
Te xatir xwest û ji ba min cû
Hêvi veşartî li çavan de
Lezek meşî pir bi heybet
Jiyanek nû di gavan de
Wer cana min were ba min
Wer dilê min were ba min
Evîna min bihara min
Hêviya min jiyana min
Hinav şewitîn li dû te
Ji boy te şaş e, ez vê dizanim
Xweska carek min jî bigota
Qet ne xem e, lê ez nikarim
Te xatir xwest û ji ba min cû
Hêvi veşartî li çavan de
Lezek meşî pir bi heybet
Jiyanek nû di gavan de
Wer cana min were ba min
Wer dile min were ba min
Evina min buhara min
Heviya min jiyana min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?