Brader - Duayê
Gotinên Stranan
Brader - Duayê
Tu yî evîna li bin keviranTu yî di dil de êşekî giran
Tu yî brîndara hezar keviran
Duayê duayê derdê dilayê
Duayê duayê şîna malayê
Duayê...
Tu yî şêrîna li ber hemî dilan
Tu yî delalîka dayik û bavan
Tu yî kulîlka 17 e biharan
Duayê duayê derdê dilayê
Duayê duayê rewşa malayê
Duayê...
Çirayên xwe tefandin hemî bajaran
Alayên xwe daxistin nêvî hemî welatan
û ketin sekna şermê serî tewandin
Duayê duayê şerma mêrayê
Duayê duayê serma xortayê
Duayê
Çavên xwe girtin stêrkên ezmana
Ketin hizna duayê birîna dilan
Tu yî brîndara 17 e xenceran
Duayê duayê derdê dilayê
Duayê duayê şîna malayê
Duayê...
Gotin û Muzîk: Brader
Şîrove