Brader - Helbestên Min Stran
wêneyê hunermendî:ê 221 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Helbestên Min Stran

Helbestên min
Di quntara çiyande melhemên devê birîna ne

Helbestên min
Di bê dengîya nevalan da şahidê bûyerane

Helbestên min
Di kolanên terî û kûrde li pey failên meçhûlin

Helbestên min
Di diwarên gundê kavil û werande veşartîne....
û li wan digerim birîndarim
û ez li peywanim evîndarim

Helbestên min
Di kildanê dayikamin de neqişandine

Helbestên min
Di awirê xuşkamin de kildayine

Helbestên min
Di henûnîya paşila dayikande şîrdayine

Helbestên min
Di nava cotê zermemikên tede veşartîne...
û li wan digerim birîndarim
û ez li peywanim evîndarim

Gotin û Muzîk: Brader
Sal: 2002
Şîrove
logo
Riad 02-01-2021 03:00:17
Sersala te be piroz be mamoste heja

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?