Bro Omerî - Konê Serxwebûnê
wêneyê hunermendî:ê 82 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bro Omerî - Konê Serxwebûnê

Derdê me kûr e hey
Barê me giran
Derdê me kûr e hey
Barê me giran
Me hildaye ser hey
Sitû û milan
Li her çar perça dengê me kurdan
Gazî û hawar, axîn û fîxan
Li her çar perça dengê me kurdan
Gazî û hawar, axîn û fîxan

Xweşmêrên gernas ketine cengê
Xwînê dirijînin bi top û tifengê
Şêrên gernas ketine cengê
Xwînê dirijînin bi top û tifengê
Berxwedan xweş e ji bo azadî
Di nav gelan de bi şad û merdî
Serê xwe rakim, bê şerm û fedî
Serê xwe rakim, bê şerm û fedî

Li cûdî û gabar
Kobanî
Ay ay ax
Ahay li Şengalê
Ay li her astengê

Li ber xwe didin bi qîr û halan
Li ber xwe didin bi qîr û halan
Ji ser me diçe dîlî û talan
Ji ser me diçe dîlî û talan

Rabim bigerim
Li vê gerdûnê
Konekî vegrim
Bi xwêdan, xûnê
Konê azadî
Yê serxwebûnê
Da li bin bigrin
Govend û dîlanê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?