Burhan Berken - Gulfiroş
Gotinên Stranan
Burhan Berken - Gulfiroş
ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
gul bi dil didî.
hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
gul bi dil bidî.
bazar me kir go, ser bi ser nadim,
ê gulperest bî, can û dil didî.
can û dil didî.
min go kî didî, can û dil bi gul,
go: ev bazar e, dil bi kul didî.
dil bi kul didî.
min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
go ho cegerxwîn, dil bi gul didî.
dil bi kul didî
Helbest: Cegerxwîn
Şîrove