Cahîdê Dengbêj - Qezaya Bûlanixê
wêneyê hunermendî:ê 92 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Cahîdê Dengbêj - Qezaya Bûlanixê

Wayê wayê wayê wayê wayê
Ax bê wayê wayê wayê wayê ax
Mecîd lawo bila dayika te ji te re kor be lawo li dinyayê

Lê lê dayê rebenê rabe ezê bi kavilê
Bûlanix û Mû?ê diketime birawo li me hatiye payiz e
Bira Xwedê neyine serê xelqê dayê rebenê payiza rengîn e
Keko welatê me Serhed e, berfa welatê Serhedê bi
ser me de dipûtîne
Mij û dûmana kavila Bûlanixê wisa bûye erd tije kiriye lawo
Çavê mirov erdê nabîne ji mij û dûmanê
Qebehetê ?ifêra tunîne ay
Lo bira Mecîd rabû ji kavila Lîzê ji xewa ?êrîn e
Go dayê rebenê êvarê
Wele min serê xwe li ser balîfê danî lê
Gelekî xewnên xirab min di xewna xwe de dîne dayê rebenê
Min dît dîregê bînayên me ji binê dikeve lawo
Bînayê me li ser dîregekî dimîne ay

Lo lo bira tu bala xwe bidê qam û qidûmê min ?ikestî ne
Sibê dora Erzeromê dora me ye
Lo birayo dilê min û çûyîna kavila Erzeromê qet tûnîne
Min dît telefon li ser telefonê didane Lîzê
Digot lawo Mecîd lawo yolciyê te di xeracê de beklê te dike
Li hêviya te sekinîne wayê wayê wayê wayê ax

Lê lê wayê wayê wayê wayê ax
Mecîd lawo bila her du çavên dayika te
Ji te re kor be lawo li dinyayê

Lo lo bira tu bala xwe bidê
Serê sibê Mecîd xatir ji mala xwe dixwest
Wele siwar bû li mîrata otobosê mîrata dîreksonê dihejîne
Deh deqe ji saeta wî derbas dibe
Li girî?a Bûlanixê sê caran li qornê dixîne
Yana?mî?î xeracê dibû
?efîq ban kir go Mihemed Elî tu bike qêrîn e:
Her çî yolciyê me yê ko diçin Erzeromê
Bila lawo kesekî li erdê nemîne

Lo lo bira tu bala xwe bidê
Mecîd ji otobûsê peya bû dayê rebenê
Lîsteya yolciyê xwe hiltîne
Belgî Rebê Alemê tu bi kesî de neyîne
Ew roj otobûs wisa tije ye çima cî da qet rê tûnîne
Elbet Rebê Alemê ji wan re xirab tîne
Mecîd peya bû dayê rebenê tu sêr bike
Lîsteya yolciyê xwe hiltîne
Ew bi tevî ?efîq û Fayîqo xatir ji hev dixwazin
Hev du helal dikirin dayê dibû qûzîn û zarîn û girîn e
Heyra bala xwe bidine min dî
Li Petrola Hacî Teharê Licî
Dayê rebenê mazota xwe hiltîne
Lo lo bira siwar bû berê wî kete Erzeromê dilezîne
Wayê wayê wayê bê wayê wayê wayê
Mecîd bira lawo her du çavê dayika te kor bin lawo li dinyayê ax
Hahîhî

Lê lê dayê rebenê bala xwe bidê
Ezê bi Bûlanîx û Melazgirê dikevim dayê rebenê li vî banî
Ew otobûsa ko ji kavila Melazgirê derketiye
Hecî Evdile lê siwar e »Teyrê Ecelê« li kêleka wî siwar bûye
Bira ji kavila Melazgirê deranî

Lo lo bira tu bala xwe bidê li Bakimeviya rasta Gêdûkê
Her du otobûsa bi serî li hev du dikevin dayê rebenê
Wele dengê van mîrata mîna dengê top û tivinga bira
Ji xwe re deng deranî

Lê lê dayê rebenê bala xwe bide
Belgî Rebê Alemê tu bi kesî da neyinî
Keko wele fîzan û zarîna ku?tî û birîndara ji er?ê zibil anîn
Ew roj bira 24 ku?tî 34 birîndar ji her du otobûsan deranîn
Min xwe xwar kirî binê otobûsa
Heyra tu bala xwe bidê

Lo lo bira belgî Rebê Alemê tu bi kesî da neynî
Xwîna cinaza û ku?tiya ji binî diki?e lawo mîna çem û kanî
Lo bira tu bala xwe bidê dotira rojê
Emir derxistine sê cemse esker deranîn
Serê sibê li Bûlanixê
Sawcî û hakimê gelî Kopê bira tev hilanîn
Lîste bi wan re ye min dî kimligê wana derxistin birawo
Bi ser pêsîrê wan ve danîn
Heyra wele serê sibê cinazan derxistine
Li ser bûzê cemedê pê?iya berfê dayê rebenê danîne

Lo lo bira tu bala xwe bidê
Lîste bi wan re ye kimligê wana ji cêba wan derxistin
Keko wele bi toplînê bi pêsîrê wan ve danîn
Bi têlsiz û têlefonan didane ?ar û bajar û memleketan
Her kes dihate lawo nexwe?ê xwe hilanî

Lê lê dayê rebenê tu bala xwe bidê di sona olayê de
Ez çûme tevna otobûsan sê hebê wê derê bê xwedî ne
Lo birawo fîzan û zarîna wan li er?ê ezîm hiltîne
Min got: Keko hûn ji ko ne?
Du heban go: Bira em xelqê Doxûbazîdê
Birano dibên em Celalî ne
Yeka dinê min pirs kir min go: Keko tu ji ko yî?
Go: Navê min Elî ye navê bavê min Hecî Emer e
Mala me li Hemze?êxa Bûlanixê dimîne
Wele pi?ta min bi du ciya ?ikestî ye
Halê min ji berê de milê rastê tune ye
Yek hebûya cewabekî bida dê û bavê min
Bila min helal bikin
Ez dimirim gunê dê û bavê min stûyê min nemîne
Wayê wayê wayê wayê way wayê wayê
Ax de wayê Mecîd lawo bira dayika te
Ji te re kor be lawo li dinyayê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î