Celal Biroj - Were Were
wêneyê hunermendî:ê 89 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Celal Biroj - Were Were

Destê min te ji hev kirin
Welat welat li dûr kirin
Eşqa dila xirab kirin
Çare derman lê ne kirin

Ev çend sale ji te dûrim
Hêstiren çavan dibarînim
Emrê cîwan diborînim
Şev û rojan diborînim

Were were yarê were
Were were canê were
Ez jî zanim tû ji min dûrî
Xewnê şevan carek were

Bejna zirav cavên belek
Piştên sala çavê min pê ket
Hêstir ji çavê min di ket
Agir nava dilê min ket

Hêstirê çava ne barîne
Nav dilê min pir girîne
Derdê dilê min ne bîne
Lokman hekîm çare nîne

Were were yarê were
Were were canê were
Ez jî zanim tû ji min dûrî
Xewnê şevan carek were

Piştî ji te dûr ketina min
Bû sebaba emrê min
Piştî ji te dûr ketina min
Bû sebaba jîyana min
Gelek şevê min gelek rojê min
Gelek xemgînîyê bûharê hatin
Borîn çû berdan payîze
Lê dîsa dema tû li bîramin
Hêstir dikevin çavê min
Dema tû te li bîramin
Agir dikeve nava dilêmin
Lê ez ji zanim tû gelek ji min dûrî
Xewnê şevan carek were ditînamin
Xewnê şevan carek were ditînamin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î