Cemalê Îsko - Xezal
wêneyê hunermendî:ê 9 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Cemalê Îsko - Xezal

Were eman eman, gede yeman,
Were gede lawikê, çûye welatê xerîba, lo nizam çima,
Kesekê xudanê xêra lê tu nîn e,
Gede lawikê te welatê xerîba, lo bîne ,
Minê sondekî xwariye ro qirarekî wiha pira be,
Wez ê nava qola zêra qoza zêr biqetînim, lo bidime wan,
Were eman eman lo gede yeman.
Were yeman yeman lo keçikê yeman,
Lê keçikê kurmalê, bira li te bimirin, lo cotê bira,
Were terqa ba te, lo anî bira,
Dinya alem hemû zanin, wê zewace, ax lo bira.
Lo malxirabo gede, were mala bavê min evdala Xwedê, lo bive mêvan,
Em ê qasekî têkevin henek leqirdiya lo xeberdanê,
Ergê dê bavê bûkê yekê me nîn e,
Malî gundîyê te bira cînarê wê cadêbe,
Wez ê kerbê dila bêjim, bêrî bû hate avê,
Were eman eman lo keçikê yeman,
Hey lê keçê kurmalê, bira li te bimire lo dost û xweyî,
Minê sondekî xwariye bira wa qirarekî wiha pêra be,
Heta nepakê birê te ortê be, wan giliya orta mi te va safî nabe.
Hey lo kuro tu çiqa lo bi naz î,
We gidîno, tu çira mi naxwazî,
Minê sondekî xwariye bira wa qirarekî wiha pêra be,
Ez ê sala îsal bibime bermaliya lo lawikê xwe me.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î