Cemîl Horo - Law Bavo
wêneyê hunermendî:ê 209 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Cemîl Horo - Law Bavo

Danhev û Lêkdan
Mihemedê Cezawîr
Hemkoçerê
Efrîn Şiyê
1998
Ji dengbêj: CEMÎL HORO

Erê min go law bavo law bavo law bavo law bavo
Zalim bavo, bavo...
Ez di bîra xwedê me, bîra gola hişîn im
Ji te bistîne taqeta kaba roniyêd her du çava
Ê law zalim
Tu xêre soza min nadê lawikê aşiqî, delxecî, peyayê ber masa
Ez bi qurbano ewê bejin ziravo…
Tu soza min didê mêrê pîsî, çirkînî, genî
Erebê çolê, li bin xwe nabîne, ez bi qurbano
Parîk hesîr û perçak kulavo…
Tu li kuderê arikî kêsa û sergînê dibîne, tu guliyê mi rebena kîbar tînê bi ser vedidê navo…
Ê law bavo law bavo law bavo
Ez di bîra xwedê me
Bîra gola hişîn im
Heta çerxa felekê şên e
Tu di mala xwe de nebînê
Bûk û zavo…
Ê lê anê eza nesax im
Lê dayê eza nesax im
Yadê eza nesax im… anê ... oy..
Anê serê mi bi qurbanê eza nexweş im
Ez vê derman im
Ez çiqas geriyam li ser hekîm û doktoran, ser cerahan
Serekê doktoran bi mi re got ez ne Luqman im...
Go, xwedê derdê te nedê dar û berê ça û çola...
Sibe bû ro çû ava di bin berbarê kerebê û mû’eyenê
Ez pê nizanim...
Ê lê anê ji mine ez ne e’let im
Oyî dayê ez ne wêran im…
Heyfa şahad û dîploma di berîka doktor de
Heyfa ûmrê li xerîb û xurbetê çirmîş bûye
Ez ji doktor çêtir zanim…
Ê lê anê hefkî dengê lawikê aşiqî delxecî dibîsim
Kela dilê mi radibe di ber re
Qîrîna dengizê, pêla behrê
Di ser hev re diqulibe
Yadê loma maka ez pê nikanim
Ez di bîra xwedê me
Wîn ji ber gunê mi ve qismetê kurm û kêzêd axê bin
Ev neqla çarê ye ez dibêm bavo werin mi bidin lawikê aşiq
Serdarê xorta peyê ber masa
Mi medin mêrê pîsî genî
Mi gunê ye ez ne liyaq wan im
Erê bavê mi rebana kîbar dibê
Ezkê bi camêriyê û însanetiyê çibkim
Kî çar quruşa zêde midê dibe ez hevalê wan im, wî…wî…
Ê ne mi go gelî birano xwedêkê ezkê di va rona de bimrim
Wînê tirba mi di koka til kin
Xwedêkê ezkê di va rona de bimrim
Ez di bextê we de
Wînê tirba mi di koka til kin
Yacîkî tirba mi bi rihan kin, aman
Yacîkî ji mi re bi gul kin...
Erê mi go heval û ehbabê mi tune ne li hêteka çayê kurmênc
Werin tirba min bipên dijmin û neyarên pir in
Tirsa min e ji wê tirsê
Werin ji ber serê mi lawikê xelkê
Gul û rihana hilkin
Oyî …oyî …oyî oyî nemîn çav reşê
Erê go aman e di bextê we de me, di bextê we de me di bextê we de me….oyî
Dijmin û neyarên mi pir in
Tirsa mi werin ber serê mi
Gul û rihanan hilkin
Wînê dilê mi ji qefesa sîngê mi biderxin
Bi agirê dara bişewtînin...
Ji teqilê çavê reş û belek re, ji xelkê kîbar re di şîşa kil kin
Aman e di bextê we de me ji wê kilê nedin tu keça û bûka
Tevda bi nesîb û qismetê xelkê kîbarî fodil kin..oyî
Erê serê mi bi qurbano tevda bi nesîb û qismetê
Xelkê minî nazikî kîbarî fodil kin…oyî
Belkî di dû mi re xelkê nazikî kîbar bimirê
Wînê tirbê di kêleka mi de bikolin
Tirba me her du aşiq û bîlmeza
Ez di bextê we de me di hev re qulkin
Destê min î çepê derbas cem xelikê kîbar kin
Di mabêna kerês û dil kin…
Wînê destê min î rastê bavên orleqa zûyê memika
Di mabêna sîngê kalî û gewr û kefenê şil kin
Oyî oyî oyî nemîn çav reşê…
Ê ne mi go
Zalimê dînê anê eza nexwaş im
Lê dayê eza nesax im, yadê
Ê lê anê eza nexawş im, yadê sox
Nefesa paşin me ez pir helak im
Tu deyaqa didê ber dilê mi rebenê
Tu dibê ez ê te bikim bermaliya
Lawikê delxecî, anê bi xwedê ez înan nakim
Oyî oyî oyî oyî… nemînim lawiko
Ê lê dayê serê mi rebena xelkê bi gurbanê yadê yadê…
Bi mi re mebên em kê te bidin
Kurê bega û paşa, e’hd û qirar bê
Ez guh li we nakim oyî oyî
Ji yataqa şêrê bi nîşan derbas bê
Ez qula roviyan qebûl nakim
Şûr û qelqanên mi tune ne
Lê anê, bi kesî re herbê nakim
Ez ê ji sibê û heta bi hêvarê bi ça û berbendên asê kevim
Li serê qerm û qiracan bisekinim
Hêstirên xwînê bibarînim
Di ber re guliyê sor libakim
oyî oyî oyî yoî.. ez bimirim lawiko
Ê lê dayê ev neqla çarê ye
anê ev neqla çarê ye, kûr bê…
ez dibêm lawiko serê mi bi qurbano wer mi bibe
ez fîdayê te me…
li mi diftilê bi mi re dibê ez Kurd; pak im.
Dibê ji şerefa mi re pir ey’b e û qusûrek mezin e, yadê…
Li ser erdê xwedê li bin çerxa felekê
Ez pêl namûsa miletê kurda nanim, erzan nakim
Anê madem lawikê aşiq hev mêra ye
Dayê hev mêra ye
Mila goştê pezê mê li mi heram û tobe bê yadê
Li ser erdê xwedê ez mêra nakim
Oyî oyî oyî oyî, oyî ez bimirim lawiko…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î