Ciwan Haco - Bê Minetî
wêneyê hunermendî:ê 132 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Bê Minetî

Hey felek felek hey zalim felek
Kanî ew kurdistan ka birca belek

Te mal neda min ka hec û zekat
Min jî qet navê ew som û selat

Min navê cinet ji te bê minet
Serbest û azad va çûm cehenim

Ev hezar salên te em kirine ebîd
Te em xapandin bê waed û îd

Qet ji min pê ve kes te nas nakê
Bavê te tirke diya te ecem

Ma qeyî hêjaya hergav em bakin
Ax û xweliyê bi serê xwe dakin

Ya bêne kuştin yan bibin dewlet
Ya dil xweş bimrin yan bimrin bi hesan


Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?