Ciwan Haco - Besna
wêneyê hunermendî:ê 256 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Besna

(Nîşe: Ciwan Haco bi Bilge Bolat re distrê.)

Yer yeman Besnayê
Yer yeman Besnayê
Delalê Besnayê xweşkê Besnayê
fistan kinê li te nayê
Te mala min xira kir
berdama darê dinyayê
ramûsanek bide min
bi te re ketim belayê

Besnayê hanî manî
delalo hanî manî
ramûsanek bide min
bi te re ketim belayê

Yar yeman Besnayê
gava ti hatî dawatê
nefsa mezin bi kêr nayê
Rûkê keçikê sipehiya
hemra û bodra lê nayê
ramûsanek bide min
bi te re ketim belayê

delalo hanî manî
delalo hanî manî
wan çavê te yên belek
da ber kilê siphanî
Heka xwedê li hev anî
tû malî w'ez kevanî
ramûsanek bide min
bi te re ketim belayê

Besanyê hanî manî
delalo hanî manî
Besanyê hanî manî
delalo hanî manî
ramûsanek bide min
bi te re ketim belayê

Gotin û Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?