Ciwan Haco - Dîlbera Qeşeng
Gotinên Stranan
Ciwan Haco - Dîlbera Qeşeng
Dîlbera qeşeng terhîn û ciwanLi serî zerzeng di dest de piyan
Pêşkêşî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netîwan
Pênûs kişabû birhên kevanî
Çavên şîn neqşîn rengê çîmanî
Lêvên roj û dirûv hiş û giyanî
Hilkir hilkişa ji laş deranî
Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mîhên gulana
Gîyanên kovî dan ser zîndana
Hilkir hilkişa xist nav însana
Gotin: Rojen Bernas
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove
arman kurdistani
03-07-2024 09:49:40
zor sipas bo malperetan, her serkewitu bin