Ciwan Haco - Hoy Zemano
wêneyê hunermendî:ê 543 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Hoy Zemano

Ev çi rîş e ev çi şaş a
Ya me berda ya teraş a
Ev çi ye perdayê paş e
Hoy zemano lo zemano
Hoy bêbexto lo zemano

Ez biçuk im nûciwan im
Pir bi van êşan nizanim
Lê ji wan ez dil giran im
Hoy zemano lo zemano
Hoy bêbexto lo zemano

Wer mebêje ez şiyar im
Wek pizot im pêt û arim
Ez di vî warî nikarim
Hoy zemano lo zemano
Hoy bêbexto lo zemano

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?