Ciwan Haco - Levhatî Ye
Gotinên Stranan
Ciwan Haco - Levhatî Ye
Levhatî ye levhatî ye ev delal pir levhatî yeLevhatî ye levhatî ye ev delala min levhatî ye
Limin dimeyzand dimeşî
Awir divedan bi hêviya
Lê geva ez pêre axivîm
Kenek kir bi delalî ye
Hiş û aqilê min windakir
Min ji xwe re got ev kî ye
Levhatî ye...(Dîsgotin)
Bejnek ciwan ser heye
Nazik wek şitlê reyhan
Min got ma li dinyayê
Weke gewra min heye
Jibo wê ez bûme evdal
Li dinyayê nakim tu kar
Sozek min dabû gewrê
Ji xwe re bikim heval
Min got ma li dinyayê
Weke gewra min heye
Levhatî ye...(Dîsgotin)
Çavê belek bîskê xelek li ser ruwê şêrîn
Va ye ji bîr kirim ew yar winda nabê zêrîn heval
Ji rojhilat ji rojava ji kîjan alî hatîye
Got çima tu dipirsî ew bi eslê xwe torî ye
Levhatî ye...(Dîsgotin)
Helbest: Dîlber Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove