Ciwan Haco - Leyla
wêneyê hunermendî:ê 236 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Leyla

Şêr şêr e mêr yan jin e
Nişan bi destê Leyla min e
Polaye dil wek hesin e
Leyla çi ye Leyla jin e
Leyla kî ye Leyla min e

Leyla min e Leyla welêt
Wê dil li min kir ar û pêt
Mizgîn li kurd roja me tê
Dijmin ji tirsa maye şêt
Leyla çi ye Leyla jin e
Leyla kî ye Leyla min e

Leyla keça Mît û Meda
Canê xwe da di ber me da
Bijîn heçî ku can fêda
Xweş bin ji te jar û keda
Leyla çi ye Leyla jin e
Leyla kî ye Leyla min e

Divê li pey te bêm ez jî
Çi bikim bi vê jîna rijî
Xwînê nerijî nabijî
Leyla bijî Leyla bijî
Leyla çi ye Leyla jin e
Leyla kî ye Leyla min e

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?