Ciwan Haco - Şifa Gerdî
wêneyê hunermendî:ê 187 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Şifa Gerdî

Hey wax li min hey wax dayê
Hey wax li min hey diniyayê

Bêjin hey wax hey wax diniyayê
Hey wax li min li min dayê

Çima dengê şifayê nayê
Dengê te li ser lêva dernayê
Çiqas girana bextê diniyayê
Çima qedere wilo rast li pey me nayê,

Kesk û sor û zer bûn rengê te
Tijî hêvî bûn ken û awirên çavên te
Cîhan bêdeng ma li ber dengê te
Emê sozê didin şehîd û kesên wek te
Bidin pey şop û armanca te
Dîsa ez bêjim û bigrîm li ser te

Ezê bêjim û biqîrim dengê min dernayê
Îro mirina bêwext û sozê li diniyayê

Ez dikim hawar û qêrîn li ser Şifa ,
Tu yek sitêrk bû li ezmanê hefta ,
Dengê te tirs kire dilê dijmin û hova
Nalîna dilê te ji dûr dibhîzim
Helbestek gerim bo te dinvîsim ,
Tovên xewna te li gora te bireşînim
Tiliyên azadiyê li ber kêla te biçikînim

Gotin: Cano Şakir
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?