Ciwan Haco - Zînê
wêneyê hunermendî:ê 292 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Zînê

hatî xewna min, gula min hezkir
çav bi hêstir bû, jin min gazin kir
ev dilê min te çima birîn kir
seva tarî ji ba min bar kir.

zînê zanibî ez ne bêbext im
zînê rewsa tu tê de serwext im
zînê,zînê ez jî wekî te bindest im
zînê tac û seray,eywan û text im.

ew gula ku av dabû bijîn
îro ketiye, destê te bi xwîn
ketiye destê bêbext û derewîn
şah dibin lı ser lêvên hingivîn

zînê zanibî ez ne bêbext im
zînê rewsa tu tê de serwext im
zînê,zînê ez jî wekî te bindest im
zînê tac û seray,eywan û text im.

gulê zanîbe tenê tu yar î
soza min be li ve dinyayê
heke ez bimirim li ve gora tarî
dîsa dibêjim gulê tu yar î

zînê zanibî ez ne bêbext im
zînê rewsa tu tê de serwext im
zînê,zînê ez jî wekî te bindest im
zînê tac û seray,eywan û text im
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?